Kurdan Europa ji Terorê parast
Di salona Şarederiya Berlîn-Mitte roja Sêşembî 30.04.2019 ji demjimêr 17 ta 19 semînareke vekirî bi rêveberiya Sirwe Arif cêgira seroka Komelê bo Rojnamevana Elman Christin-Désirée Rudolph û pşalakvanê siyasî Feysel Amûdê liser geşta wan ya dema 1 mang bo Kurdistanê birêveçû.
Di semînarê de Rojnamevan û serokê rêkxirawa NOTR Raqeeb Mahmood û cêgirê serokê komelê Barî Mehmûd û hejmareke kesayetî, rewşenbîr û rojnamevan beshdar bun.
Christin-Désirée Rudolph liser geşta wan bo başûrê Kurdistanê axivî û hejmareke wêne û vîdeo jî nîşan dan, di axaftinên xwe de basî qaremaniya hêza Pêşmergê Kurdistanê jî kir û da diyar kirin ku ewê pertûkekê liser hêza Pêşmerge bi çapê bigehîne û bo hemû elman, europayî û cîhanê bi de diyar kirin ku hêza Pêşmerge Europa ji metirsiya mezin ya terorê parastin û rizgarkirin herwisa cîhan jî, û hemû alî jî dîdevanin, lê ew dixwaze baştir hêza û gelê kurd bide naskirin.